Bi sedan hezar zîyaretvanên Şî'a roja sêşembîyê bi awayek aştîyane li mezarek pîroz li Bexdaya paytext kom bûn rojekê piştî ku sê jinêt xwekuj bi êrîşên xwe 30 zîyaretvan li Bexdayê kuştin.
Çi raport li ser tundûjîyên nû li paytextê nehatine li demekê ku zîyaretvan li devera Kazimîye li bakûr kom bûbûn.
Wan zîyaretvanan rêûresma bîranîna mirina yek ji 12 îmamêt Şî'a ku 120 salan berî niha mirîye encam dan ku têda bawer kirin li wê derê hatibîte veşartin.
Leşkerê Amerîka El Qaîda Iraqê weku berpirsyarê bombeyêt roja duşembîyê da zanîn ya ku grupek Îslamîya Sunnî ye û dinav demên rabuhartîda zîyaretvanên Şî'a kirine armanc.
Her di vî demî de bi hezaran xwenîşanderêt Kurd li Hewlêrê, anku li paytextê Herêma Kurdistanê li bakurê Iraqê rêpêwanek kirin jibo nîşandana nerazîbûna xwe li dijberî qanuna kêşeliser ya hilbijartinên parêzgehan li wî welatî.