Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Turkîye nerazîbuna xwe dîyar kir li hember rewşa nuneratîyê li Kerkukê

01/08/2008

Turkîye xema xwe dîyar kir di derbarê kêşeya sîyasî de li bajarê Kerkuk yê bakûrê Iraqê.

Wezareta Derve ya Turkîye îro heynî got dive ku hikumeta Iraqê temînatê bide ku komeleyên  cuda yên resenî di hikumeta xwecihîhî de xwedî nunerayetîyeke "rewa û adil" bin û hevdem yekbûyîna erdê Iraqê berdewam be.

Turkîye bawer dike ku Kurdên Iraqê dê dewlemendîya niftê ya Kerkukê jibo serxwebûn û veqetandina ji Bexda bikar bînin û ev jî dê cudaxwazên Kurd yên Turkîye bi azirîne.

Security officers stand behind a car destroyed in a blast in Kirkuk, 290 kilometers north of Baghdad, 28 July 2008Qanundanerên Kurdên Iraqî pêşniyarên bo dabeş kirina yeksan ya kursîyên civata parêzgehê li Kerkuk di navbera komeleyên netewên cuda da red dikin.  Piranîya kursîyên civatê di destê Kurdên Iraqê û hevalbendên wan de ne.

Di destpeka vê heftîyê de bi hezaran Kurdên Iraqe li Kerkuk, Suleymanîye, Erbîl û Duhokê xwenîşandanên nerazîbûnê kirin li hember wê pêşnîyarê.

Peqînek di dema xwenîşandanê de roja duşembîyê li Kerkuk bû egera bi kêmîve 25 kesan û 25 kes jî birîndar bûn.

Gelê Kurdên Iraqê di şerrê dijî rejima Saddam Huseyn de hevalbendên girîng yên Welatên Yekgirtîyên Amerîka bûn.  Herêma bakûra Iraqê ku piranîya xelkê lê dijî  Kurdin, ji salên 1990an were heta niha di rewşk wek otonomîyê de ye.


emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Hukimê 10 salên zindaniyê dijî Leyla Zana hat dan

  Babetên din
Ritu Sherma: Pêtviye Amerîka hevsengiyekê biket navbera diplomasiyetê û bi karînana hêza leşkerî  Audio Clip Available
Banqên Ewropa dixwazin rêjeya qazancê kêm bikin
"Hejmara êrîşêt bikuj dinav Iraqê de li nav meha 11 dakeftîne astê herî nizm"
Komîsyoneke Amerîkî huşdarîya êrîşeke bi çekên komelkuj da
Kompanyayên çêkirina otomobîlan plana xwe dibine ber Kongresê
Karbidestên Amerîkî bi armanca nehêştina kêşeya navbera Hindistan û Pakistan berev Asya diçin
Robert Gates dibêjit ew dê pêxweş bit siyaseta Obama li Iraqê birêve bibit
Li peqîna bombekê li Mosil çend kes hatine koştin
Barack Obama Hillary Clinton bo posta wezîra derve jêgirt
Aborîya Amerîka keftîye nav rewşa hêdîbûnê
Îran ragihand ku ew muşekên nû diceribîne
Serok Bush got ew jibo şerr amade nebû