Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Alexander Solzhenitsynê temen 89 salî mir

04/08/2008

Alexander Solzhenitsyn (file photo)Alexander Solzhenitsyn, romannivîserê Rusî yê ku xelata Nobel wergirtîye û kitêbên ku gelek rexne li hikumeta Sovyetê digirtin nivîsîbûn li temenê 89 salî mir.

Kurê wî roja yekşembîyê got Solzhenitsyn jiber rawestana dilê wî mirîye.

Solzhenitsyn li Yekîtîya Sovyetê bo şerrê dijî sînordar kirin û tepeserkirinê wek sembolek bû.

Li sala 1945 hukmê heyşt salan jêre hatibû birîn di kampên zindanî kirinê de û piştra ew sirgunî Kazaxistan kiribûn jiber ku nameyek ji hevalekî xwe re şandibû ku têde rexne li dîktatorê Sovyetê Josef Stalin girtibû.

Dema vegerîya Rusyayê jiber ku sînordarî kirina fermî ji alî rêberê Sovyetê Nikita Khrushchev ve hatibû sist kirin wî
li sala 1962 romanek bi navê "Rojek ji rojên jîyana Ivan Denisovich" nivîsî ku têde behsa jiyana xwe ya di kampa xebatê de dikir.

Belê piştra nivîsên wî yên ku rexne li Kremlin digirtin hatin tepeser kirin.  Kremlin mafê wî yê hevwelatîyê ji destê wî sitend û piştî romana wî ya bi navê "Arkipelagoyên Gulagê" li sala 1974 li Rojava hate çap kirin ew şande sirgunê.

Solzhenitsynê ku li sala 1970 xelata Nobel ya bo edebîyatê wergirtî, di dawîyê de koç kire Welatên Yekgirtîyên Amerîka lê li sala 1994 vegerîya Rusyayê.


emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Jibo şerrê dijî PKKê, Amerîka, Iraq û Turkîye dê bihevre kar bikin

  Babetên din
Vegohastina Xatîra Serokatiyê  Audio Clip Available
El Qaîde Barack Obama wek "xulamê reş" binav kir
Kompanyayên çêkirina otomobîlan huşdarî dane bo encamên xirab eger ew alîkarîya Federalî wernegrin
Serokwezîrê Iraqê welatêt cîran piştrast diket li ser rêkeftina parastinê digel Amerîka
Îranî li Washington xwenîşandanê dikin
McCain û Obama piştî hilbijartinê bo cara yekê digel hevudu kom bûn
Rêveberîya Bush piştevanîya alîkarîya bo sazkarîya otomobîlan nake
Aborîya Japonê bi awayek fermî keftîye nav dakeftinê
Bi êrîşa asmanîya Îsraîl li Xezze du milîtan hatin kuştin
Kabîneya Iraqê plana parastinê ligel Amerîka pesend kir
Kombûna G20 li Washingtonê dest pêkir
Di hêrişekê de li bakora Iraqê bi kêmî ve 10 kes hatin kuştin  Audio Clip Available
Kastro pêşbîniya çêbûna guhrînên mezin li demê serokatiya Obama naket
Piştîwan Ehmed basê giriftên nêvbera Hewlêr û Bexda diket  Audio Clip Available
CIA dibêje armanca serekî girtina Bin Laden e
Yek ji mezintirîn aborîya cîhanê bizavên xwe kêm kirin
Cîgirê serokê nû hilbijartî Biden digel Dick Cheney kom bû
Li rojhilata Afganistan 11 kes jiber êrîşeke xwekujî hatine kuştin
"Nift êdî nema erzan dibe"
Barack Obama tîmek ji herdu partîyan jibo civîna aborîya li Washington destnîşan kir
Civata Tenahîyê li ser daxwaza hêlana Hêza Aştîperez li Komara Demokratîk a  Kongo dişêwire
Serokê Ajansa Navokîya Neteweyên Yekgirtî hêvîya xwe dubare kirîye jibo danustandinêt navbera Îranê û Obama
Piştî hilbijartinê serok Bush cara yekê di hevpeyvîneke televizyonê de axift
Serokê nû hilbijartî Obama û yê berê Bush digel hev de kom bûn
Li Surî li El Kibar nîşanên uranyumê hatine dîtin