Karbidestên parastina
Iraqî dibêjin di zincîreka hêrişên xirapkara de bi kêmî ve heft kes li
seranserî Iraqê hatin kuştin.
Li Bexda,
karbidest dibêjin çekdara roja yekşembî karbidestê bilindê wezareta navxwe, Ceneral
Adil Ebbas, kûşt. Her li paytextê Iraqî,
bi peqîna otombîlekê rêveberêkê wezareta diravî birîndar bu.
Li bakora Iraqê, hêrişberekê xwekuj otombîla
xwe nizîkî xaleka vekolînê li bajêrê Kerkukê peqand û bi kêmî ve du kes hatin
kuştin û 23 kesên dî birîndar bun.
Herwesa
bi sedema peqîna bombekê nizîkî otobîsekê li rojhelata parêzgeha Diyale sê kes
hatin kuştin û şeş kesên dî birîndar bun.