Piştî giftûgo û danûstandinên bi mehan, parlamana Iraqê qanuna li ser hilbijartinên li piranîya welatî yên parêzgehan derbaz kir.
Qanundanerên Iraqî roja çarşembîyê ew qanune derbaz kirin ku têde dibêje divê hilbijartin li 31ê meha yek bêne kirin ku ev wext gelek paş wextê ku berê hatibû plan kirin e.
Serokê Amerîka George Bush û Sekreterê Giştî yê N.Y Ban Ki-moon pesnê wê bizavê dan û gotin ew dê alîkarîya lihevhatina siyasîya li Iraqê bike.
Qanun hate derbaz kirin piştî ku qanundaner rêkeftin li ser paşvexistina hilbijartinên li herêma Kerkuka bi niftê dewlemend û sê parezgehên din yên Kurdî û serbixwe li bakura Iraqê
Kerkuk linavbera Kurd, Ereb û kêmanîyên din yên parezgehê bûye babeta girîng ya giftugoyên li ser dabeş kirina desthilatê. Qanundanerên Iraqê pêşnîyara Neteweyên Yekgirtî qebul kirin ku li dû wê komîteyek ji netewên cuda dê kêşeya Kerkukê binirxîne û ew amade bike jibo hilbijartinên li meha sê-Adarê.
Qesra Sipî dibêje serok Bush roja çarşembîyê li ser telefonê digel serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî û peyivdarê parlamanê Mahmud El Meşhedanî axiftîye da ku ku pîrozbahî li wan bike bo derbaz kirina wê qanunê.
El Meşhedanî dibêje derbaz kirina qanunê bawerîya gelê Iraqê nîşan dide û nîşan dide ku çewa Kerkuk bûye nîşana yekgirtina Iraqê.
Berî ku ew qanun desthilat hebe divê ku ji alî sê endamên civata serokatîyê, ewên Erebek Sunnî, Erebek Şî'a û Kurdekî ve bête pesend kirin. Piştevanîya qanundanerên Kurd dê bike ku ev qanune li hember ya berê hêsantir bête pesend kirin ji alîyê wê civatê ve.
Washington zorê û sengîyê dida ser rêberên Iraqê ku kêm bûna tundûtûjîya li welatî wek fersendek binirxînin û bizavên lihevkirinê zêdetir bikin.