Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Mandela di konsertekê de li London temenê xwe yê 90 salan pîroz dike

06/05/2008

Nelson Mandela, celebrating 89th birthday, gives the thumb up as he launches, 18 Jul 2007 Serokê berê yê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela nîyaz heye ku salvegera ji dayîk bûna xwe ya 90 salan li Londonê bi gelek şahîyan pîroz bike li meha şeş-Xizîranê.

Çaverê tê kirin ku kesên wek serokwezîrê Brîtanya Gordon Brown û serokê berê yê Amerîka Bill Clinton û mêvandara bernameka televîzyonê Oprah Winfrey beşdar bibin di hindek şahîyan de bo rêzgirtina li rêzdar Mandela yê ku xelata Nobel ya bo Aştîyê wergirtibû.

Şahîyên sê rojan dê li 27ê meha şeş-Xizîranê  bi konsertekê bi dawî bê li Hyde Parka Londonê ku têde dê hundermendên navdar yên wek Annie Lennox, Queen û Leona Lewis beşdar bibin.

Mandela di daxuyanîyekê de got dê bi vê konsertê pareyek gelek pêdivî bê civandin ji  bizava wî re ya bi navê 46664, bo alîkarîya çalakîyên çareser kirina nexweşîna HIV û AIDS.

Jimara 46664 jimara girtîgeha rêzdar Mandela bû dema ku ji alî karbidestên Efrîqa Başûr ve hatibû zindan kirin jiber bizavên dijî-apartheid, anku cudahîya xelkê reş û sipî ya bi taybet li Efrîqa Başûr. 

Berî ku li sala 1990 bê azad kirin Mandela 27 sal di zindanê de mabû.

Mandela û serokê wê demê yê Efrîqa Başûr F. W . DeKlerk li sala 1993 bi hevre xelata Nobel ya bo Aştîyê wergirtibûn jiber rola wan ya li dawî anîna rejîma apartheid û lihevhatina nijadî li Efrîqa Başûr.

Mandela ji sala 1994 heta 1999 serokatîya Efrîqa Başûr kiribû û ji wê demê heta niha bizavên xêrxwazîyê dike.  Li 18ê meha şeş-Xizîranê rêzdar Mandela dibe 90 salî.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Hukimê 10 salên zindaniyê dijî Leyla Zana hat dan

  Babetên din
Ritu Sherma: Pêtviye Amerîka hevsengiyekê biket navbera diplomasiyetê û bi karînana hêza leşkerî  Audio Clip Available
Banqên Ewropa dixwazin rêjeya qazancê kêm bikin
"Hejmara êrîşêt bikuj dinav Iraqê de li nav meha 11 dakeftîne astê herî nizm"
Komîsyoneke Amerîkî huşdarîya êrîşeke bi çekên komelkuj da
Kompanyayên çêkirina otomobîlan plana xwe dibine ber Kongresê
Karbidestên Amerîkî bi armanca nehêştina kêşeya navbera Hindistan û Pakistan berev Asya diçin
Robert Gates dibêjit ew dê pêxweş bit siyaseta Obama li Iraqê birêve bibit
Li peqîna bombekê li Mosil çend kes hatine koştin
Barack Obama Hillary Clinton bo posta wezîra derve jêgirt
Aborîya Amerîka keftîye nav rewşa hêdîbûnê
Îran ragihand ku ew muşekên nû diceribîne
Serok Bush got ew jibo şerr amade nebû