Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Festîvala 8. ya çand û hunera Kurdî li Dîyarbekirê îsal bi navê Ehmedê Xanî tête pêkanîn

21/05/2008

Old walls of Diyarbekir(Suren Diyarbekir)
Surên Diyarbekir
Bernama heyştemîn ya festîvala çand û hunera Kurdî li Dîyarbekirê ku her sal tête li darxistin îsal jî ji alîyê serokê bajêrvanîya Dîyarbekirê Osman Baydemîr ve hate eşkere kirin.

Festîvala heyştemîn dê li ser navê şa'îr û feylesofê Kurd Ahmedê Xanî bête pêkanîn û festîval li 27ê Gulanê bi çalakîyên weku şano, sînema, dengbêjî û konsertan dê bête destpêkirin û hetanî pêncê Hezîranê dê berdewam bît.

Ev festîvale ku di 300 salîya Ehmedê Xanî de tête li darxistin hejmarek zahf ya hunermendan, rohnbîran, nivîskaran û şanogeran û herwisa berhem huner û şêwekaran dê têda pişikdar bin.

Osman baydemir
Osman Baydemir
Hêjîyî gotinê ye ku birêz Baydemîr demê eşkera kirina wê nûçeyê got festîvalên ji wî avayî ziman, çand û hunera gelê xwe geştir û xurttir dikin û pêywendîyên baş digel çandên din datînin.

Wî herwisa da zanîn dinav vê festîvalê de dê behsên li ser alîyên edebî, sîyasî û civakîya jîyana Ehmedê Xanî bête kirin.


 

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Hukimê 10 salên zindaniyê dijî Leyla Zana hat dan

  Babetên din
Ritu Sherma: Pêtviye Amerîka hevsengiyekê biket navbera diplomasiyetê û bi karînana hêza leşkerî  Audio Clip Available
Banqên Ewropa dixwazin rêjeya qazancê kêm bikin
"Hejmara êrîşêt bikuj dinav Iraqê de li nav meha 11 dakeftîne astê herî nizm"
Komîsyoneke Amerîkî huşdarîya êrîşeke bi çekên komelkuj da
Kompanyayên çêkirina otomobîlan plana xwe dibine ber Kongresê
Karbidestên Amerîkî bi armanca nehêştina kêşeya navbera Hindistan û Pakistan berev Asya diçin
Robert Gates dibêjit ew dê pêxweş bit siyaseta Obama li Iraqê birêve bibit
Li peqîna bombekê li Mosil çend kes hatine koştin
Barack Obama Hillary Clinton bo posta wezîra derve jêgirt
Aborîya Amerîka keftîye nav rewşa hêdîbûnê
Îran ragihand ku ew muşekên nû diceribîne
Serok Bush got ew jibo şerr amade nebû