Partiya Karkerên Kurdistanê ew sê çiyagerên Elman ku di heştê vê
mehê de li ser çiyayê Agirî girtibûn serbest berdan.
Roja yekşembî şandeyeke ku ji rêkxistinên
sivîl yên wek Komeleya Mafên Mirovan IHD, MAZLUM DER û Partiya Civaka
Demokratîk DTPê pêk dihat jî gihaştibû Bazîdê.
Dema nîvro hat ragihandin ku serheldayên
Kurd ew sê Elman li nêzîkî cihê ku girtibûn serbest
 |
Frank-Walter Steinmeier di gotarekê de bo peyamhinêran li Berlîn azad bûna çiyageran ragehand
|
berdan. Peyivdarê wezareta
derve ya Turkiyê ragihand ku wezîrê Turkiyê Alî Babacan telefonî wezîrê
derve yê Elman, Frank-Walter Steinmeier kiriye û gotiye ku geştiyarên Elman serbest hatine berdan û
cansaxiya wan jî başe.
Fermandarê Agirî Mehmet Çetin got ku
serhelda neçar bun wan çiyageran serbest berden ji ber operasyona leşkerê
Turkiyê.
Hevdem, PKKê jî sebaret bi vê bûyerê
daxuyaniyek belav kir û got wan, geştiyarên Elman li ser banga rêxistinên
demokratîk û sivîl roja yekşembî sa`et 12'an de serbest berdane û tendurustiya
wan kesan jî başe. Di daxuyaniyê de her weha hat gotin ku derbarê vê serbest
berdanê de daxuyaniyeke berfireh were dayîn.
Hat ragihandin sê çiyagerên Elman piştî ku
hatine serbest berdan anîne Bazîdê û dê radestî şandeya şeş kesî bikin ku ji Elmanyayê hatibû.