Rêzdar Seydo dibêje Meş'el Temmo bizavkarek mafên mirovan e bo Kurdan û herdem bi gelek rêyan û li ser înternetê agahdarîyan li ser Kurdan belav dike û bi gumana wî dê dadgeh kirina wî li ser vê bingehê be ku ew yekbûyina erdê Surîya dixete jêr tahlukê.
PKK herwisa da zanîn ku ew li pişt teqandina borîyêt veguhastina petrolê li heftîya buhurî li Erzincanê ku bûye egera çêbûna agirekê û ragirtina guhastina petrolê.
Endamên perlemanê Iraqî mişt û mirê li ser bernivîsa kanona helbijartina parêzgehan diken ku kursiyên cıvata parêzgeha Kerkukê bi yeksanî bi ser Kurd, Ereb û Turkmena dabeş ket.
Turkîye bawer dike ku Kurdên Iraqê dê dewlemendîya niftê ya Kerkukê jibo serxwebûn û veqetandina ji Bexda bikar bînin û ev jî dê cudaxwazên Kurd yên Turkîye bi azirîne.
Her di vî demî de bi hezaran xwenîşanderêt Kurd li Hewlêrê, anku li paytextê Herêma Kurdistanê li bakurê Iraqê rêpêwanek kirin jibo nîşandana nerazîbûna xwe li dijberî qanuna kêşeliser ya hilbijartinên parêzgehan li wî welatî.